Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê êrişên li ser Durziyan şermezar kir.
YPJ’ê diyar kir ku Parastina cewherî ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk garantiya bingehîn û yekane ye û got:
Weke jin em dikarin pêşengiya vê qonaxa hesas a li Sûriyê bikin û herêmê ber bi ewlehî û aramiyê ve bibin.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) derbarê kirinên desthilata Şamê yên li dijî Durziyan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û êriş şermezar kir.
YPJ’ê da zanîn ku ji dema hatina HTŞ’ê ya li ser desthilatê aloziyên li Sûriyê hîna kûrtir bûne û zivirîne kaosekê û wiha got:
Vê pergala cîhadîst û aqlê wê li beramberî gelê me yê perava Sûriyê komkujî û jenosîtên derveyî exlaqê mirovahî pêk anîn.
Bi heman hovîtiyê jî niha êrişî gelê me yê Dûrzî dike.
Gelê me yê Dûrzî jî weke hemû pêkhateyên li Sûriyê cih digrin, pêkhateyeke gelekî qedîm e û ji bo serxwebûna xwe her tim di nava têkoşinê de bû.
HTŞ bi aqlekî serwer dixwaze gelên qedîm yên wek Elewî û Dûrzî mêtingeh bike.
Ji ber vê yekê di navbera gelên heremê de nokokiyên mezhebî û aloziyan ava dike.
Bi van nakokî û fitneyan re dixwaze siyaseta parçe bike.
Bi vê yekê tê xuyakirin ku ev zêhniyet çiqasî ji bo gelan, nexasim ji bo jinan xeternak e.
YPJ: Modela neteweya demokratîk modela herî guncav ji bo Sûriyê ye
YPJ’ê diyar kir ku ji bo Sûriyeke demokratîk, modela neteweya demokratîk modela herî guncave û wiha pê de çû:
Sûriyê demeke dirêje di nava şerekî de ye.
Bi rastî gelên herêmê êdî ji şer wastiyane û hemû gelên heremê dixwazin li ser xaka xwe bi şêwazekî azad bijî.
Lê belê fîkrê cîhadîst bi tu awayî mozaîka gelên Sûriyê qebûl nake, ev pêşiya ji nû ve avakirina Sûriya demokratîk digre.
Ji bo Sûriya pêşerojê modeleke ku bê rexistinkirin jî modela neteweya demokratîk e.
Ji ber ev model di rastiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Rojava de gihiştiye asteke ku hemû neteweyên tê de dikarin pênaseya nasnameya xwe bikin.
YPJ: Tenê jin dikarin herêmê ber bi ewlehî û aramiyê ve bibin
YPJ’ê destnîşan kir ku parastina cewherî ji bo avakirina civakek azad û demokratîk garantiya bingehîn û yekane ye û ev bang kir:
Em bang li hemû gelan, bi taybetî em bang li jinan dikin ku parastina cewherî ji xwe re esas bigrin.
Divê hemû jinên herêmê û cîhanê berpirsyartiya xwe yên dîrokî bigrin ser milê xwe.
Tenê weke jin em dikarin pêşengiya vê qonaxa hesas a li Sûriyê bikin û herêmê ber bi ewlehî û aramiyê ve bibin.



