Têkoşera Hunera Şoreşgerî û rihê ku ji jiyanê re distrê, Şehîd Diyala Silêman.
Diyala 23’ê Nîsanê di çalakiya nobetê ya li Tişrînê de ji ber hilweşîna dîwarê bendavê şehîd dikeve û dibe yek ji şehîdên berxwedana dîrokî ya Tişrînê.
Dayika şehîd Diyala, Ferîda Şêx dibêje, keça min bi huner û erka xwe li hemberî doza gelê xwe wateya rast a hunera şoreşgerê nîşan da.
Şehîd Diyala Mihemed Silêman ji zarokatiya xwe ve bi rûkeniya xwe û hezkirina xwe ya ji jiyanê û derdorê re dihat naskirin.
Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Diyala di 1’ê Çileya 2004’an li bajarê Kobanê ji dayîk bûye, lê li bajarê Reqayê di nava malbateke welatparêz de mezin dibe.
Di sala 2023’an de cihê xwe di Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê digire.
Diyala di nava tevgerê de fêrî tembûrê dibe û xwe pêş dixe.
Diyala ku bi wêrekî xwe dihat naskirin bi awayekî çalak cihê xwe di refên pêşîn ên şahî û çalakiyên hunerî de digirt.
Ew gelek caran tevî karwanên ji Reqa, Tebqa û Dêrazorê beşdarî çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bû.
Li bendavê jî bi stranên xwe yên şoreşgerî û gelêrî coş dida çalakgeran.
Diyala Silêman 23’ê Nîsanê di çalakiya nobetê ya li Tişrînê de ji ber hilweşîna dîwarê bendavê şehîd dikeve û dibe yek ji şehîdên berxwedana dîrokî ya Tişrînê.
Dayîka şehîd Diyala, Ferîda Şêx diyar kir ku ew bi şehadeta keça xwe serbilind e û got:
”Keça min şehîd Diyala mîrateya nayê jibîrkirin e”
Diyala dixwest di rêya azadiya Rojava û gelê wê de bibe şehîd.
Keça min bi îrade û biryara xwe cihê xwe di qada berxwedanê de girt.
Xwedî rihekî bilind ê hevlatiyê bû.
Ferîde Şêxo destnîşan kir ku Diyala di nava civaka Reqa û Kobanê de şokek çêkir, lê mîrateyek ji têkoşîna aştiyane li dû xwe hişt û wiha bi lêv kir:
Dê piştgiriya QSD’ê bidomîne û heya qedandina terorê li tevahiya Sûriyê dê şopdara rêya şehîdan be.
Melak Şêx Mihemed: Ş. Diyala coş û kêfxweşî dida derdorê
Endama Navenda Tevgera Hîlala Zêrîn û hevrêya şehîd Diyala Melak Şêx Mihemed jî got:
Şehîd Diyala bi eşqa xwe ya mezin ji jiyanê re dihat naskirin û di rewşên zehmet de her tim hewl dida ku atmosfêreke bedew biafirîne.
Diyala ku saza wê wekî hevrê timî pê re bû, di wê baweriyê de bû ku huner çeka guhertina civakê ye.
Bi mûzîk û stranên xwe coş û kêfxweşî dida derdorê.



