Hêzên asayişê li kantona Dêra Zorê 4 kes bi sûcê diziyê binçav kirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên asayişêa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku Nivîsgeha Têkoşîna Dij Sûcan a Dêra Zorê 1’ê Gulanê kesek binçav kir ku li milkên giştî didizî û xirab dikir. ”
Navendê ragihand ku Hêzên Dijî Tewanan jî sê kes girtin ku roja Şemiyê (3’ê Gulanê), li Bakurê Dêra Zorê diziya malekê dikirin û ev agahî parve kirin: “Piştî ragihandina welatiyekî ku mala wî hatiye dizîn, tîmên taybet ên lêpirsînê dest bi karê xwe kirin.
Hêzan karîn sûcdaran nas bikin.
Di lêpirsîna destpêkê de her sê kes li xwe mikur hatin ku sûc kirine û kelûpelên dizîne jî firotine.”
Hêzên asayişê diyar kirin di berê bûyerê de lêkolîn dewam dike û wan kesan sewqî dadgehê bikin.
Her wiha bang li welatiyan kir ku ji bo ewlehî û aramiyê herêmê bibin alîkar.



