QSD’ê nasnameya şervanê xwe Berxwedan Efrîn ê ku di 5’ê Adarê de şehîd bûye, aşkera kir û soza şopandina rêya wî dubare kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya şervan Berxwedan Efrîn (Hesen Ehmed Celo), ê ku di 5’ê Adarê de di qezayeke leşkerî li Bendava Tişrînê de şehîd bûbû, aşkera kir.
Di daxuyaniyê de li ser jiyana şehîd wiha hat gotin: “Hevrê Berxwedan di demeke zû de tev li hêzên me bû.
Ew ji malbateke welatparêz a xwedî dîrokeke dirêj di xebatê şoreşgerî de ye, bi taybetî di Berxwedana Serdemê de.
Hevrêyê me Berxwedan di gelek perwerdeyên leşkerî de cih girt û gihîşt asta pisporiyê.
Ew bi wêrekî û lehengî nêzîkî karê xwe dibû. Tevî xebata wî ya hestiyar û pisporî, dîsa jî ew di her gavekê de hişyar bû û bi plan û tedbîr karê xwe yê ku hevrêyên wî nedikaribû bikira, dikir.
Di karê wî de sebir û bêhnfirehî pêwist bû, ew jî xwediyê van taybetmendiyan bû û gelek zehmetî di karê xwe de derbas kirin.”
Di berdewama daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd û hemû malbatên şehîdan re hat xwestin û soza şopandina rêya wan û pêkanîna armancên wan hat dubarekirin.
Agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:
Nasnav: Berxwedan Efrîn
Nav û paşnav: Hesen Celo
Navê dayikê: Zeyneb Edhem
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê – qezaya leşkerî – 5’ê Adara 2025’an.



