Ji destpêka rûxandina Rejîma Baas û hatina desthilata Şamê bûyerên weke kuştin û revandin li Sûriyê roj bi roj zêde dibe.
Tenê di 24 saetan de 7 kes hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di 24 saetan de 7 kes li deverên cûda li Sûriyê hatin kuştin.
Li bajarê Derayê komeke çekdar ku li motorseklêtê bû, endamekî hêzên desthilata Şamê kuştin.
Li bajarê Hemayê jî kesek ji aliyê çekdaran ve hat kuştin.
Li bajarê Babê yê gundewarê Helebê jî di girtîgeha çeteyên dewleta Tirk a dagirker de girtiyek ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da.
Li Tertûsê jî hêzên ewlehiyê yên desthilata Şamê bi ser gundê Beqio yê bajarê Dirêkîş de girtin û di dema gulebaranê de ciwanek kuştin.
Li taxa Wadî Zeheb a Humisê jî jinek ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin.
Li gundê Qibê yê bakurê Helebê jî di encama teqîna mayinekê yê bermahiyên şer ciwanek jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Buraq ê Siwêdayê jî endamekî hêzên desthilata Şamê di şerê li hemberî çekdarên xwecih de hat kuştin.



