Hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina pirsgirêka çeteyên DAIŞ’ê yên li Kampa Hol û Roj û malbatên wan dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de peymana di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Iraqê de zêdetirî 40 çeteyên DAÎŞ’ê radestî Iraqê hatin kirin.
li gor agahiyên ku hatine belav kirin :
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Rayedarên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ,
Di bin çavdêriya Koalîsyona Navneteweyî de zêdetirî 40 çeteyên DAÎŞ’ê radestî rayedarên Iraqê kirin.
Çete li Deriyê Til Koçer hatin radestkirin.



