Hefteya Wêjeyî ya li bajarê Hesekê îro di roja xwe ya 4’an de ye .
Duh di roja 3’yemîn de bi navê “Jinên nivîskar li Sûriyeyê Arîşeyên weşanê û naskirinê di civakê de” semînerek hat dayîn .
Her wekî helbest jî hatin xwendin.
Di semînera hat dayîn de de pirsgirêkên jinan û wêjeyê li Sûriyeyê û zehmetiyên li pêşiya nivîskarên jin hatin nîqaşkirin.
Nivîskar Necah Brahîm a ku xelata Hena Mîna ya Romanê wergirtiye semînerek li ser nivîskarên jin di wêjeya Sûriyeyê de,
Nexasim di serdema rejîma Baas de, da.
Necah bal kişand ser newekheviya naskirina wêjeyî li gorî mêran û got:
Pêwîstî bi bidestxistina derfetên wekhev di navbera zayendan de di aliyê wêjeyê de heye.
Piştre helbestvan Leyla Reşo û Dilîn Ebdurehman bi zimanê Kurdî û helbestvan Samiya Ibrahîm û Feyrûz Reşik helbestên bi zimanê Erebî xwendin.
Di roja 3’yemîn a Hefteya Wêjeyî de girîngî bi derbaskirina astengiyên ku pêşî li azadî û afirîneriya jinan digirin, hat dayîn.
Hat diyarkirin ku divê atmosfereke wêjeyî ya dûrî zayendperestiyê ji bo nifşên nû, were avakirin.



