Di 27’ê Sibatê de Rêber Apo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir.
Piştî banga dîrokî PKK’ê jî di 1’ê Adarê de agirbest ragihand, lê ji wê rojê heya niha dewleta Tirk ti gavek ne avêtiye û êrişên xwe dewam dike.
Mamostayên zanîngehê û nivîskarên Başûr Kurdistanê diyar kirin ku ji ber pêngavên ji bo aştiyê tên avêtin, dibin sedema hilweşandina hikumeta niha ya Tirkiyê, lewma dewleta Tirk ti gavek navêje.
Mamostayê zanîngehê Dr. Hejar Mihemed balkêşa ser rola medya ya mijarên netewî de û wiha anî ziman:
Guhertinên li Rojhilata Navîn û aliyên Kurdistanê çêdibin, destpêkek başe û beşek ji medyaya Kurd bi berpirsyarane tevdigere.
Divê Kurd vê derfetê ji dest nedin, pêwîstiya vê jî bi yekîtiya hemû aliyên siyasî heye ku di eniyek netewî de kom bibin.
Nivîskar Rêbwar Cemal jî da zanîn ku dewleta Tirk piştî banga rêber Apo ti gavek ne avêt, ji ber ku zanî her pêngavek ji bo aştiyê bavêje wê bibe sedema hilweşandina hikumeta niha ya Tirkiyê û got:
Yek ji xalên girîng ên peyamê ewe ku Rêber Apo dibêje divê PKK di rewşek yasayî de xwe fesih bike.
Ev rewşeke navnetewiye û divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin, divê li Tirkiyê hemû yasayên ku mafên Kurdan binpê dikin werin hilweşandin.



