Rayedarekî payebilind ê Hamasê diyar kir ku danûstandinên agirbestê li Xezayê di vê rewşê de bêwate ne.
Endamê Buroya Siyasî ya Hamasê Basim Naîm ji AFP’ê re axivî û got:
“Heta ku şerê birçîbûn û wêrankirinê li Şerîda Xezeyê berdewam be.
Tu wateya destpêkirina danûstandinan an jî lêkolîna pêşniyarên nû ji bo agirbestê tune.”
Her wiah Rayedar bang li civaka navneteweyî kir û got:
“Ji bo bidawîkirina sûcên kuştin, tî û birçîhiştinê zextê li hikumeta Netanyahû were kirin.”
Hêjayî bibîrxistinê ku ev daxuyanî piştî biryara hikumeta Îsraîlê hate dayin ku Îsraîlê wê operasyoneke leşkerî nû li Xezayê li gel plana “dagirkirinê”, dest pê bike.



