Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku şervanên wan li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê 2 êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê têk birin.
Derbarê mijarê de QSD’ê daxuyaniyek da û got:
Hêzên me êrişên şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê yên li ser nuqte û baregehên hêzên me yên li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê têk birin.
Êrişa yekemîn êvara Duşem/ Sêşem li dijî nuqteyeke leşkerî ya girêdayî Tugeya Zîbanê ve hat kirin.
Şaneyê DAIŞ’ê di êrişê de çekên RPG bi kar anîn.
Êrişa duyemîn di heman wextê de li ser nuqteya hêzên me ya li bajarokê Şihêl hat kirin.
Di vê êrişê de şaneya terorîst BKC û kalaşînkov bi kar anîn.
Şervanên me bersiva her du êrişan dan û şer derket.
Di encama derbeyên hêzên me şane neçar man birevin.
Di her du êrişan de tu zerar li hêzên me nebûn, lê hin terorîstên êrişkar birîndar bûn, hejmara wan jî nehat tesbîtkirin.
QSD’ê teqez kir ku dê têkoşîna li hember şaneyên DAIŞ’ê, têkbirina stargehên wê, rizgarkirina herêmê û cîhanê ji bela û terora wan bidomînin.



