Li Qamişloyê sersaxî ji malbata şervanê QSD`ê şehîd Berxwedan Efrîn re xwestin. Di merasîmê sersaxiyê de beşdaran got sekna gelan a li herêmê cihê serbilindiyê ye.
Şêniyên bajarê Qamişlo, koçberên Efrîn û Şehbayê sersaxî da malbata şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Berxwedan Efrîn (Hesen Celo) ku 5`ê Adarê li Bendava Tişrînê şehîd bûbû.
Konê sersaxiyê yê şehîd Berxwedan Efrîn li taxa Elaya ya Qamişloyê hatibû vedan û bi sedan kes ji bo sersaxiyê berê xwe da konê sersaxiyê.
Merasîmê sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mihemed Welo hemû şehîdên Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi bîr anîn û diyar kir ku şehîdên wan ji bo mirovahiyê canê xwe feda kir.
Erka wan jî ew e ku li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.
Endama Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Îlham Mihemed jî destnîşan kir ku herêm di pêvajoyeke dîrokî û zehmet re derbas dibe.
Projeya neteweya demokratîk mafê gelan diparêze û niha li hemberî wê êriş tên kirin, mînaka wê jî di nava Berxwedana Tişrînê hate dîtin.
Îlham Mihemed da zanîn ku têkoşîna gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê serbilindahiyê ye û wiha got: “Dê gel bi sekna xwe Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê rizgar bike, niha jî gel ber bi serkeftinê ve diçin.”
Merasîm bi sloganan bi dawî bû.



