Di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li Rojhilatê Dêra Zorê de 2 şervanên QSD’ê şehîd bûn.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê êrişa çeteyên DAIŞ’ê de daxuyaniyek weşand.
Navendê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê îro li bajarokê Behra yê li rojhilatê Dêra Zorê êrişî nuqteyeke hêzên leşkerî kir û ev agahî parve kirin: “Êriş nîvro hat kirin.
Di navbera şervanan û çeteyan de şer derket.
Di şer de 2 şervan şehîd bûn. Çete bi motorsîklêtekê reviyan.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber tevliheviya ku li gelemperiya Sûriyê serwer e, DAIŞ’ê êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirine.
QSD’ê diyar kir ku dê têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ’ê berdewam bike ta ku werin qedandin û ewlehiya herêmê were mîsogerkirin.



