Ûkraynayê şevê din li dijî Rûsyayê êrişeke mezin ya bi balafirên bê mirov pêk anî.
Li aliyê din Mosko û Kîevê leşkerên dîlgirtî bi hev guhertin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, ragihand 105 balafirên bêmirov ên Ûkraynayê ku êriş dikirin hatine bêbandorkirin.
Moskowê ragihand ku wan li 19 balafirên bêmirov xistin e û li herêmên Voronezh û Penza bi giştî 28 balafirên bêmirov hatin xistin
Di encama êrişa bi balafira bêmirov a li herêma Odessa ya Rûsyayê de kesekî jiyana xwe ji dest da.
Ji ber êrişan çar balafirgehên mezin ên li paytextê bi rengekî demkî hatin girtin.
Ev êriş çend roj berî merasîma leşkerî ya Roja Serketinê a li hember Nazîyan pêk hatin ku wê li Moskow were lidarxistin.
Rûsyayê 205 Ukraynayê jî 205 leşkerên dîlgirtî berdan
Li aliyê din Rûsya û Ûkraynayê leşkerên dîlgirî bi hev guhertin.
Wezareta Parastınê ya Rûsyayê ragihand di çarçoveya bi hevguhertina dîlgirtiyan de îro 205 kes radestî Kîevê kirine û Ûkraynayê jî 205 leşkerên Rûs radest kirine.
Wezaretê ragihand ji bo rizgarkirina leşkerên dîlgirtî Îmaratê xebatên navbeynkariyê kiriye.



