Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew geşedanên li başûrê Sûriyê ji nêzîk ve dişopîne.
Artêşê da zanîn ku ew ê rê nedin ku hêzên dijber derbasî derverên Durziyan bibin.
Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku ew geşedanên li başûrê Sûriyeyê ji nêz ve dişopîne û da zanîn ku ew “amade ne bi senaryoyên cur bi cur re mijûl bibin”.
Artêşê da zanîn ku beriya 2 rojan gelek durziyên birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên li Îsraîlê.
Artêşê diyar kir ku hêzên xwe li başûrê Sûriyeyê belav kirine û ew ê nehêlin hêzên dijber têkevin herêmên Durziyan.



