Hamasê ragihand ku wan Fîlîstîniyek bi guman roket avêtine Îsraîlê radestî Artêşa Lubnanê kir.
Di 22 û 28’ê Adara 2025’an de, Îsraîlê rastî êrişeke bi rokêtan hat.
Wê demê hate ragihandin ku sê Fîlîstîniyên bi ser Hemasê ve, roket avêtine Îsraîlê.
Lewma di wê demê de, du Fîlîstînî bi guman têkiliya bi bûyerê re, ji aliyê Hamasê ve radestî artêşa Lubnanê hatin kirin.
Têkildarî mijarê jî Konseya Bilind a Parastinê ya Lubnanê peyameke vekirî da Hamasê û got:
“Em ê li hemberî çalakiyên ku ewlehiya neteweyî ya Lubnanê tehdît dikin tedbîrên tund bigirin.”
Ji aliyê xwe ve, Artêşê ragihand ku operasyonên ewlehiyê ji bo parastina sînorê başûr û girtina kesên bi guman berdewam dike.



