Pakîze Sînemîllîoglu der barê serdanên malbatan ên ku piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ hatine destpêkirin de axivî û got: “Di serdanan de em baweriya bi aştiyê, xurtbûna banga Birêz Ocalan dibînin. Li her derê hêviya gelê me hebû; Gel dixwaze demildest aştî pêk bê.”
Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêber Abdullah Ocalan şûnde, bi armanca civakîbûna bangê civînên gel pêk anîn û piştre jî di 10’ê Nîsanê de serdanên malbatan dan destpêkirin.
Endama Meclîsa Partiyê (PM) Pakîze Sîne mîllî oglu der barê mijarê de axivî.
Pakîze Sînemîllîoglu da zanîn ku ji 10’ê Nîsanê de ye serdanên malbatan pêk tînin û got:
“Li dijî propaganda û zimanê ku hewl didin aştiyê qels bikin em bi gel re têkiliyê de ne.
Bi gotinên wek ‘wê tenê çek bên çalkirin, teslîmkirin, aştî wê wisa pêk bê de’ hişê gel tevlihev dikin.
Girseyek me a mezin heye. Em dixwazin yekser ji gelê xwe re vebêjin. Gelê me tevî her tiştî aştiyê dixwazin.”
Pakîze Sînemîllîoglu daxuyakirin ku gelê Kurd û hemû gelan bedelên mezin dane û wiha anî ziman:
“Em şertên şer dijîn. Divê êdî aştî bê ser axa Rojhilata Navîn.”
Dewlet di nedîtina rê û rêbazekê de israr dike.”
Dayikên aştiyê: Aştî yek alî nabe, divê şer raweste
Dayikên Aştiyê jî bertek nîşanî dewama êrîşan tevî biryara agirbestê ya PKK’ê dan û gotin:
“Ji aliyekî ve dewlet dibêje ‘ez ê aştiyê pêk bînim’, li aliyê din jî bombe dike. Agirbest yekalî nabe, divê şer raweste.”



