Li girtîgeha Îzra ya navendî girtiyan îsyan kir.
Li gorî agahiyan girtiyan çek bi dest xistin û dîl girtine û hin girtî jî ji ber gulebarandinê birîndar bûne.
Tora “Dera 24” a xwecihî ragihand ku girtiyên li girtîgeha navendî ya Îzra îsyan kir.
Bi wê re li derdora girtîgehê tevliheviyeke ewlehî ya berfireh çêbû.
Girêdayî wê, agahî hene ku hin girtiyan dest daniye ser çekên hin endamên nobedariyê û hinek ji wan li gel xwe dîl girtine.
Der barê wê de, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) got , hin girtî ji ber gulebaranê birîndar bûn.
Her wiha Hêzên “Ewlekariya Giştî” yên desthilata Şamê derdora girtîgehê bi temamî dorpêç kiriye.
Her wekî “Ewlekariya Giştî” jî ragihand ku endamên wan di destê girtiyan de dîl hatine girtin û got :
Ew ji bo xelaskirina wan di dan û standinan de ne.



