Di rûniştinên UPR’ê yên ÎHK’ê yê Neteweyên Yekbûyî de, rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê hate nîqaşkirin.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku Tirkiye di warê mafên mirovan de pir paş de çûye.
Nûnerên 193 welatên endam ên NY’yê beşdarî rûniştinan bûn.
Di rûştinan de pêşniyarên ku di sala 2020’an de ji Tirkiyeyê re hatibûn kirin, hatin nirxandin.
Nûnerên welatan ên ku di rûniştinan de axivîn û diyar kirin ku Tirkiye di warê mafên mirovan de pir paş de çûye.
Di axaftinan de bi taybetî fikarên li ser serxwebûna dadweriyê derketin pêş.
Nûneran xwestin ku qanûn li gorî pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan werin sererastkirin.
Rapora NY’ê: Binpêkirin li gelek qadan didomin
Rapora ku ji aliyê pisporên Konseya Mafên Mirovan a NY’ê ve ji bo pêşkêşkirina rûniştinan hate amadekirin,
Li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê agahiyên berfireh hatin dayîn.
Di raporê de hate destnîşan kirin ku binpêkirinên mafên mirovan li gelek qadan didomin.
Rapora NY’ê: Tecrîd nayê qebûlkirin
Di raporê de bêyî ku navê Rêber Apo were dayîn, behsa şert û mercên tecrîdê hate kirin û anî ziman:
“Pêkanînên tecrîda demdirêj nayên qebûlkirin. ”
Di raporê de bal kişandin ser cudakarî û binpêkirina mafên jinan û hate gotin :
Li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinan bi têra xwe nayên lêkolînkirin.



