Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad ku xebatên “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ” bi rê ve bir û tevlî konferansê bû, diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan bûye bingeha konferansê û got: “Piştî vê bangê deriyê diyalogê vebû.”
Partî û rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 26’ê Nîsanê de li bajarê Qamişloyê hatin cem hev û “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê” li dar xistin.
Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurd (KNK) Zeyneb Murad ku xebatên konferansê bi rê ve bir û tevlî konferansê bû, der barê pêvajoyê de nirxandin kirin.
Zeyneb Murad diyar kir ku konferans di encama xebateke mezin de pêk hatiye û got:
“Konferansa Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî, konferanseke bi salan bû ku di rojeva me de bû.
Wekî KNK’ê me ji bo pêkanîna vê konferansê bi salan xebateke berfireh meşand.
Zeyneb Murad da zanîn ku konferans bersiva êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û got:
“Ev hewldan li Rojavay bi serkeftineke mezin bi dawî bûn û Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hat lidarxistin û bêguman konferans di encama kedeke mezin a partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, KNK’ê û saziyên civaka kurd de nexşerêya çareseriya demokratîk a hevpar hat weşandin.
Daxuyaniya hevpar girîngiyek mezin bû, yek ji xalên daxuyaniyê naskirina mafên gelê kurd di rêveberiya nû ya Sûriyê de bû.
Di rêveberiya nû de jî maf, hebûn û nasnameya gelê Kurd li ber çavan nehat girtin. Her kes dizane ku; Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêveberiyeke xweser û artêşek bi bedelên giran hatiye avakirin.
Ev konferansa helwesta hevpar bi rastî jî bersivek ji bo vê yekê bû. Ev konferans konferansek bû ji bo danîna diyalog û gotûbêjên hevbeş bû.
Zeyneb Muradê da zanîn ku banga Rêber Abdullah Ocalan bûye bingeha konferansê û wiha anî ziman:
“Piştî konferansê her çar parçe û nûnerên me yên li Ewropayê derketin qadan.
Gelê me di konferansê de kêfxweşiya xwe anî ziman. Ev gaveke gelekî dîrokî bû.
Ya ku zemîna vê konferansê ava kir banga birêz Abdullah Ocalan bû.”



