Îro serokê desthilata Şamê Ehmed El-Şeri li Parîsê ye.
Ehemd El-Şeri û şandeya wî wekî serokên dewletan nehatin pêşwazîkirin.
Koşka Elysee diyar kir ku ew ê daxwazê ji El-Şeri bikin û hemû sivîl neyî cudahî werin parastin.
Wezîrê karê derver yê Fransa Jean-Noël Barrot di hevdîtina bi Mezlûm Ebdî û Ilham Ehmed re got, divê mafên kurdan werin parastin.
Îro serokê desthilata Şamê Ehmed El-Şeri ligel wezîrê karê derev Esed El-Şîbanî wekî serdana yekem bo welatên Ewroapyê gihaştin Parîsê.
Şandeya Sûrî li balagfirgeha Charles de Gaulle a Parîsê wekî serok û wezîrên dewletan nehatin pêşwazîkirin.
Tu protokeleke fermî xuya nekir.
Biryar e, şaneya Şamê bi Serokê Fransa Emmanuel Macron re bicive.
Dezgehên ragihandinê eşkere kir ku wê herdu alî mijarên ewlekarî, serwerî û danûstandina gel pêkhateyên Sûriyê gotûbbêj bikin.
Her wekî çav li rêye jî ku şerê li dijî DAIŞ’ê û sivikkirina cezayên aborî li ser maseyê be.
Koşka Elysee: Armanca me parastina sivîlan e
Koşka Elysee duh ragihand ku wê serokê Fransa daxwaz ji El-Şeraa bike ku “li dij bêceazbûnê têkoşînê bike û sûcadarên binpêkirinên li dij sivîlan darizîne”.
Bi gotineke din Koşka Seroktiya Fransa dibêje ku dê Macron parastina sivîlan li ser El-Şeri bisepîne.
Wezîrê Derve yê Fransî Jean-Noël Barrot ji radyoya RTL re behsa serdanê kir û diyar kir ku ger em danûstandinê bi vê desthilata veguhêz a li Sûriyê nekin tê wateya jinûve-avakirina DAIŞ’ê .
Wezîrê Derve yê Fransa têkoşîna li dijî terorê, kontrolkirina pêla koçberan, û kontrolkirina qaçaxçîtiya narkotîkê hemû bi rewşa Sûriyê ve girêdayî ye.
Îlham Ehmed, Mezlûm Ebdî û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn
24’ê meha borî Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, li gel Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li Hewlêrê civiyan.
Wezîrê Derve yê Fransayê got ku ew li kêleka Mezlûm Ebdî ne ku 10 sal şerê DAIŞ’ê dikin û gerek mafê Kurdan were parastin.
Fransa beriya niha piştgiriya xwe bi peymana di navbera QSD û desthilata Şamê de nîşan dabû û wekî gaveke ber bi çareseriya siyasî ve ku yekitiya Sûriyê û mafên tevahî pêkhateyên wê mîsoger dike, nirxandibû.



