Li meclisa Tirkiyê ji bo Sirri Surreya Onder şîn hate danîn.
Di nav de Serokê MHP’ê Dewlet Behcelî, gelek siyasetmedar û parlementeran serdana cihê şînê kirin.
Ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Surreya Onder li eywana meclisê şîn hate danîn.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û wekîlên DEM Partiyê û birayê Sirri Surreya Onder, Elî Onder kesên hatin serdanê pêşwazî kirin
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî û gelek serokên partiyan û parlementeran serdana şînê kirin.
Li cihê şînê li ser kesayet û têkoşîna Sirri Surreya axaftin hatin kirin û qala ked û xebata wî ya ji bo aştiyê û demokrasiyê hate kirin.
Her wiha Sirri Sureyya Onder li Lijneya Giştî ya Meclisê jî hat bibîranîn.
Parlementerên ku tev li rûniştinê bûn, wêneyên Onder danîn ser pêsîra xwe û wêneyê Onder ê bi qurnefîlan hatibû xemilandin danîn beşa Koma DEM Partiyê.
Li vê derê jî li ser navê partiyan li ser jiyan û têkoşîna Onder axaftin hatin kirin



