Çalakiya rûniştinê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku her Çarşem, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin di hefteya 223’an de dewam kir.
Di vê hefteyê de, endamê şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder û şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn.
Li wir, Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Naîle Bûdak Sirri Onder bibîranî û got:
“Di şexse Sirri Sureyya Onder de, em sersaxî ji malbat û tevahî gelên Kurd re dixwazin.
Em ê teqez hesret û hêviya wî ya aştiyê pêk bînin”
Her wekî beşdaran bê dengiya li hember tecrîdê şermezarkirin û gotin:
“Heta ku tecrîd bi dawî nebe wê gelê Kurd azad nebe.
Ji bo ku pêvajoya aştiyê pêş ve biçe divê gavên lezgîn bên avêtin.”



