Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker tevî ragihandina agirbestê ji aliyê PKK’ê ve jî, herêma Amêdiyê bi dijwarî bombebaran kir.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tevî ragihandina agirbestê ji aliyê PKK’ê ve jî bênavber û bi awayek hovane didomin.
Hate ragihandin ku herêma navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve ji aliyê balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker ve bi dijwarî hat bombebarankirin.
Derbarê zerer û ziyanên bombebaranan de heta niha agahiyên zelal bidest neketin.



