Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandin ku duh şaneyên DAIŞ’ê li gundewarê Dêra Zorê êrîşî baregehên wan kir.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got:
“Şandeyên DAIŞ’ê duh saet êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li bajarokê Zîbanê yê kantona Dêrazorê kir.”
Her wiha hat diyar kirin ku êrişkaran ku motorsîkletan bûn, bi çeka RPG’ê êrişê Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin û wiha hat domandin:
“Hêzên me yên li cihê bûyerê bi lez bersiva êrişê da û ti ziyanên li endamên me nebûn.
Ji ber zexta bersiva bilez a hêzên me de êrişkar reviyan.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin:
“Careke din em teqez dikin ku ku hêzên me dê erkê xwe yê welatparêziyê yê parastina ewlehî û aramiyê pêk bînin.
Têkoşîna li hemberî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê û hesabpirsînê ya ji ber sûên wan bidomîne.”
Hêjayî bi bîrxistinê ku bi Bi zêdebûna gefên DAIŞê û çalakiyên şaneyên wê yên terorîst li Dêra Zorê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewlên xwe ji bo parastina ewlehî û aramiyê zêde dikin.



