Hûsiyan ragihandin ku wan bi dron û mûşekên balîstîk êrişî balafirgeha Ramonê ya li devera Îlanê ya li başûrê Îsraîlê, kir.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Kats jî gef li lîderên Îranî xwar û got, wan li Xezeyê çi bi Hamasê kirin, wê heman tiştî bikin.
Berdevkê Hûsiyan Yehya Sarî bi daxuyaniyekê got, ku wan çalakiyên leşkerî pêk anîn û ev agahî parve kirin:
Di çalakiya yekemîn de bi du dronan balafirgeha Ramon a Îsraîlê hat xistin û ya din jî bi droneke Jeffa hedefeke girîng a Îsraîlê ya li Yafayê hat bombebarankirin.
Yeya Sarî da zanîn ku di encama çalakiya de hewldana êrişeke hewayî ya artêşa Amerîkayê ya li dijî Yemenê hat têkbirina, balafireke F 18 a amerîkî hat xistin, balafirhilgira Truman ber bi bakurê Deryaya Sor ve reviya.
Berdevkê Hûsiyan got, dê heya rawestandina êriş û ambargoya li ser Xezayê çalakiyan bidomînin.
Îsraîl gef li Îranê xwar: Em ê weke Hamasê lê bikin
Çar roj piştî êrîşa Hûsiyên Yemenî ya li ser balafirgeha Tel Avîvê, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz gef li lîderên Îranî xwar û got:
Ez hişyariyê didim wan lîderên Îranî ku rêxistina terorê ya Hûsiyan fînanse dikin, bi çek dikin û bi kar tînin.
Sîstema we ya wekîl bi dawî bû û ‘Çarçoveya Şer’ hilweşiya.
Wezîrê Îsraîlî dibêje:
Me li Beyrûdê çi bi Hîzbûllahê kir, li Xezeyê çi bi Hamasê kir, li Şamê çi bi Esad kir, li Tehranê jî em ê heman tiştî bi we bikin.



