DAIŞ hewl dide bi ser xwe ve bê.
DAIŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rêya şaneyan bi rêxistin dike.
HTŞ jî bi rêveberiya xwe ya li Şamê re rê da êrîşên terorê yên DAÎŞ’ê.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê DAIŞ li hin herêman hewl dide ji nû ve bibe xwedî hêz.
Ev yek piştî bûyerên ku di navbera 1’ê Kanûna 2024’an û 1’ê Gulana 2025’an de qewimîn.
Van bûyeran pêş çavan ku DAÎŞ piştî ku ji aliyê rêxistinî ve hilweşiya hebûna xwe ya bi şaneyan dewam dike .
Li gorî daneyên fermî yên ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine wergirtin,
Di 59 êrîşên DAIŞ’ê de bi giştî 33 kesan jiyana xwe ji dest dan, 12 kes jî birîndar bûn.
Di operasyonên li hemberî şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê de 100 endamên DAÎŞ’ê hatin girtin, 7 şane bi temamî hatin hilweşandin.
Ji 59 êrîşên DAÎŞ’ê 32 jê yekser li hemberî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û nuqteyên QSD’ê hatin kirin.
Di encamê de 14 endamên hêzên ewlekariyê şehîd bûn, 5 jî birîndar bûn.
QSD’e di navbera 8’ê Kanûna 2024’an û 4’ê Gulana 2025’an de li hemberî şaneyên DAÎŞ’ê operasyon pêk anî.
Bi giştî 25 operasyon hatin kirin, 46 endamên DAÎŞ’ê hatin girtin, 2 endamên DAÎŞ’ê hatin kuştin.
Di vê demê de DAÎŞ’ê bi giştî 13 caran êrîş kir, 12 şervanên QSD’ê şehîd bûn, 6 şervan jî birîndar bûn.
Şaneyên DAIŞ’ê herî zêde li Dêrazorê êriş pêk dianîn .
Li herêmên bejahî yên weke El-Busayra, Diban, El-Tayana şaneyên DAÎŞ’ê kemînên çekdarî danîn û êrîşên bombeyî kirin.
Li Cizîrê weke Markada, Til Hemîs, Dêşîşe Şaneyên DAÎŞ’ê weke cihê xweveşartinê û serdegirtinê bi kar anîn.
Li Kampa Holê hewldanên reva ji kampê û karên provokatîf ên DAÎŞ’ê yên li nava kampê nîşan didin ku herêm hîn jî xetere ye.
Li herêmê tê gotin bi piştgiriya Tirkiyeyê ya ji çeteyên li Sûriyeyê re endamên DAÎŞ’ê ji nû ve daketine qadê.
Li gorî agahiyan, gelek çeteyên DAÎŞ’ê bi guhertina navê xwe tevlî nava komên SMO’yê bûne.
Ev rewş jî nîşan dide ku êrîşên Tirkiyeyê yên li derveyî sînor ne têkoşîna li hemberî DAÎŞ’ê ye.
Fermandariya Giştî ya QSD’ê di daxuyaniyên xwe yên dawî de işaret bi vê yekê kir:
“Êrişên DAIŞ’ê êdî ne tenê şerê yekser e, di heman demê de xwedî gefên bingehînî û psîkolojîk e.
Her valahiyeke ewlehiyê ya li kampa Holê dibe ku bibe sedema çalakiyên girseyî û serdegirtinên mezin.
Hevkariya me ya bi hêzên koalîsyonê re gelekî girîng e.”
Koalîsyona Navneteweyî jî bi taybetî DYE û Fransayê destnîşan kirin ku DAÎŞ ketiye nava pêvajoya ‘jinûve avabûnê ya taktîkî’ .
DAÎŞ li şûna êrîşên mezin en li qadên vekirî, li ser şaneyên veşartî;
Bi rêbazên teqemeniyên bi destan çêkirî yên li kêleka rê têne bicihkirin, sûîqest û kemînan,
Sabotajên li hemberî tankerên petrolê û serdegirtinên ji nişka ve yên li ser nuqteyên ewlekariyê tevdigere.
Her wiha rêveberiyên xwecihî, navendên xizmetê yên civakî û binesaziyên enerjiyê jî di nava hedefên êrîşên DAÎŞ’ê de ne.
DAÎŞ neqediya ye lê ew niha veguheriye toreke ji şaneyan.
Ev rewş wê hîn bêhtir xetere dike.
Bi taybetî DAÎŞ’iyên xwe di nava komên bi piştgiriya Tirkiyeyê veşartine, nîşaneyên girîng ên hewldanên jinûve avabûna DAÎŞ’ê ne.
Eger civaka navneteweyî vê gefê tenê weke meseleyeke herêmî bibîne dibe ku DAÎŞ careke din bibe sedema felaketeke berfireh.



