Du roj in di navbera Hindistan û Pakistanê şer û alozî heye. Rêveberiya Hindistanê ragihand di êrişên Pakistanê de 13 sivîl hatine kuştin û 59 jî birîndar bûne.
Pakistanê jî eşkere kir ku wan balafireke bê mirov ya Hindistanê xistine xwarê.
Hindistanê şeva 7’ê Gulanê li dijî Pakistanê û herêma Keşmîrê ya di bin serweriya Pakistanê de operasyona bi navê Sindoor da destpêkirin.
Du roj in di navbera her du welatan de şer û alozî berdewam dike.
Hindistan: Ji ber bombebarana Pakistanê 13 sivîl hatin kuştin
Rêveberiya Hindistanê îro ragihand, ji ber topbarana Pakistanê ya li ser sînor 13 sivîl hatine kuştin.
Li gorî nûçeya AFP’ê Wezîrê Karên Derve yê Hindistanê diyar kiriye kesên mirine ji herêma Ponşê ne û 59 kes jî birîndar bûne.
Balafireke bê mirov ya Hindistanê hate xistin
Li aliyê din hate ragihandin li bajarê Lahor yê Pakistanê teqînên mezin pêk hatine.
Li gorî dezgehên ragihandinê yê Pakistanê li nêzîkî balafirgeha Waltonê jî balafireke bê mirov ya Hindistanê hatiye xistin.
Di şer û êrişên duh yên aliyan de li aliyê Pakistanê 31 û li aliyê Hindistanê jî 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Artêşa Pakistanê jî ragihand ku wan 5 balafirên şer û balafireke bê mirov ya Hindistanê anîne xwarê.
22 Nîsanê li beşa Keşmîrê ya di bin kontrola Hindistanê de li dijî tûrîstan êriş pêk hat, di encamê de 26 kes mirin û hejmareke zêde jî birîndar bûn.
Hindistanê Pakistan ji vê êrişê sûdar dikir û li ser vê jî aloziya di navbera her du welatan de her çû zêde bû. Lê Pakistanê jî têkiliya xwe ya bi êrişê re red kir.
Şerê ku van du rojên dawiyê di navbera her du welatan de dest pê kir weke şerê herî giran yê 20 salên dawiyê tê dîtin.
Ji sala 1947’an û vir ve jî her du welatan du caran şer kirine.



