Xwendekarên Siwêdayê ji zanîngehan direvin.
Piştî dirûşmeyên mezhebperest û êrişan, bêtirî 300 xwendekar ji Zanîngeha Helebê derdikevin û wer xuyaye berê xwe didin Siwêdayê.
Hejmareke xwendekar ji zanîngehe Sûriyê derdikevin.
Li gor hatiye ragihandin, ev xwendekar ji ber êrişên mezhebperst êdî nikarin di zanîngehan de bimînin û ji tirsa re direvin.
Ev derketina xwendekaran piştî 10 rojan ji êrişên li dijî xwendekarên Siwêdayê yên Zanîgehên Şam û Himsê, pêk tê.
Heta wekî vê kêliyê jî ne Wezareta Perwerdeyê, ne Rêveberiya Zanîngehan û ne jî tu aliyekî pêwendîdar derheqê vê mijarê de daxuyanî nedane.
Berî 10 rojan, bi hezaran ji xwendekarên Siwêdayê ji zanîngehên Hims, Şam, Lazqiyê û Hemayê derketin.



