Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên j ezmanî û bejahî li dijî gerîlayan bê navber didome.
HPG’ê eşkere kir ji Ezmanî û bejahî 774 caran qadên gerîla hatin bombebarankirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên li dijî gerîla daxuyanî da û agahî parve kir.
Hate diyarkirin 6, 7 û 8’ê Gulanê qadên Zap û Garê 7 caran bi balafirên şer, û 2 caran jî bi helîkopteran hatin bombebarankirin.
5, 6 û 7’ê Gulanê jî gelek qadên bi ser herêmên Garê, Zap, Xakurkê û Metîna 765 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.
HPG’ê ragihand roja 6’ê Gulanê li Herêma Metînayê li hemberî dagirkerên ku bi droneyên bombebarkirî êrîşî tunelên gerîla dikirin destwerdan hate kirin.



