Nexweşxaneya Gel a Qamişlo, hûn dizanin heta Rejîma Baas hilweşiya jî, ev nexweşxane di bin destê wê de bû.
Lê belê, niha wê ev nexweşxane têkeve piratîkê.
Ev agahî di civîna Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser de hat gotin ku di warê rewşa tunduristî de, dê ev nexweşxane têkeve piratîkê.
Ne tenê ev, êdî Rêveberiya Xweser wê buhayê kîloya genim jî gotûbêj bike.
Di civîna Meclisa Rêveber de tê gotin ku rewş tenduristî ya li bajarê Qamişloyê hatiye nîqaşkirin û yek ji wan gavan jî aktîvkirina Nexweşxaneya Gel a bajar e.
Wê nîqaşên bo buhayê kîloya genim dest pê bikin
Her wekî hat diyarkirin ku amadekarî bo pêşwazîkirina berhema genim û avakirina şandeyeke krîzê bo berhemên çandiniyê û nîqaşên derbarê nirxê genim de, tên kirin.



