Saziya Zimanê Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê bi nêzbûna 15’ê Gulanê, roja zimanê Kurdî, daxuyaniyek belav kir û tê got ku êdî dem hatiye Zimanê Kurdî di destûrê de fermî bê naskirin û salên tunekirinê were qerebûkirin.
SZK’yê got ku Perwerdeya bi zimanê dayikê, mefekî rewa û bingehîn e û ew îsal bi kêf û coşeke mezin 15’ê Gulanê pêşwazî dikin û vê rojê li her kesî pîroz dikin.
SZK: Dem hatiye destkeftiyên şoreşê werin misogerkirin
SZK’yê destîşan kir ku hevdemî guhertinên heyî û bi saya keda şehîd û xebatkaran, îro doza neteweyî ya Kurd derbasî qonaxeke nû bûye û dem hatiye destnkeftiyên şoreşê werin misogerkirin.
SZK: GEREK ZIMANÊ KURDÎ DI DESTÛRÊ DE BÊ NASKIRIN
Li gor SZK’yê, mafê bikaranîna zimanî nirxekî herî bilind e û gerek di destûrê de fermî bê naskirin û ji ber salên tunekirin û qedexekirinê, ji hemû aliyan ve bê qerebûkirin.
SZK: Em ji niha dest bi çalakiyên roja Zimanê Kurdî dikin
SZK’ê hemû şehîdên doza azadiyê û xebatkarên kurdiyê bi bîr anîn û bang li civakê kir ku di Roja Zimanê Kurdî xwedîtiyê bike û tev lê bibe.
Her wekî eşkere kir ku ew li gel hemû saziyên perwerdeyê ji niha ve dest bi çalakiyên Roja Ziman dikin ku van kêliyên dîokî bi hev re vejînin.



