QSD’ê raghand ku şervanên QSD’ê êrişeke din a şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li gundewarê kantona Dêrazorê têk bir.
Di encamê de çeteyek birîndar bû û yên din reviyan.
QSD’ê diyar kir ku çeteyan hewl da li dijî nuqteyeke wan a leşkerî li rojhilatê Dêrazorê êrişekî pêk bînin.
Lê hişyariya şervanên QSD’ê û tedbîrên wan, ew hewldan têk bir.
QSD’ê diyar kir ku çeteyan bi matorsiklêtê gule li nuqteya leşkerî barandin, lê hêzên wan bersiv da.
Di encamê de çeteyek birîndar bû, yên din revîn û tu zirar negihîşt şervanên QSD’ê.
QSD’ê soza domandina têkoşînê li hemberî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê, dubare kir
Ev êrişa 2’yemîn e ku li heman bajarokî tê pêkanîn.
Duh danê nîvro jî şaneyan gule li rêbendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin barandin û reviyan.



