Hêzên Îsraîlê bi wesayîtên leşkerî duh 2 caran derbasî gundewarê Quneytira bû.
Hêzên Îsraîlê bi 4 wesayîtên leşkerî derbasî gundê Seyda El Hanût ê bi ser sînorê Colanê yê gubdewarê başûr ê Quneytirayê ve, bû.
Duh 2 caran hêzên Îsraîlê derbasî nava xaka Sûriyê dibin.
Lê tu pevçûn bi kesên li gundê re çênebûn.
Balafirên şer ên Îsraîlê jî li asîmanê herêmê digeriya.
Her wiha 4 wesayîtên leşkerî yên artêşa Îsraîlê derbasî gundê Bîr El Ecem ê gundewarê Quneytirayê bûn.
Di 5’ê Gulanê de 6 erebeyên hêzên Îsraîlê derbasî mezraya Meşîde yê gundê Refîd ê gundewarê Quneytirayê bûn.
Hêjayî bibîrxistinê ku ev demek e hêzên leşkerî yên Îsraîlê derbasî herêmên sînorî yên Sûriyê dibin û balafirên wê li asîmanê başûrê Sûriyê digerin.



