Ji bo pêşxistina asta fikrî ya karmend û endamên Şaredariya Gel ên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê.
Ji bo çandina nirxên demokratîk jî, şaredarî wekî rêbazek perwerdehiyê komên xwendinê li dar dixe.
Di perwerdeyê de bal hat kişandin ser dîroka şaristaniyê di Rojhilata Navîn de ya li gorî şîroveya Rêber Apo.
Her wiha Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Şaredariya Gel Osman Piling axivî û got:
“Armanca sereke ya vê perwerdeyê ew e ku kesên beşdar xwe nas bikin.
Piştre civakê bi giştî nas bikin û hişmendî werin guhartin.
Pêwîstî bi naskirina rastiya dîroka mirovahiyê ya ku Rêber Apo di pirtûkên xwe de behsê dike, heye, da ku nasname were parastin.”



