Kurdistanî û dostên wan li Almanya û Fransayê, endamê şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder bi merasîmên cuda bibîr anîn.
Merasîma bîranînê yê li paytexta Almanya Berlînê li hola Cemaeta Dersimê hate lidarxistin.
Li wir, Kurdistaniyan bîranînên xwe yên têkildarî Sirri Sureya Onder û hestên xwe parve kirin û gotin:
“Wî barekî mezin ji bo me li pey xwe hişt, divê em vî barî bi hemû gelan re hilgirin.
Emê teqez heviyên wî yên aştî û demokrasiyê pêk bînin. ”
Piştre sînevîzyon li ser jiyan, kar û xebata Sirri Sureyya Onder ji bo aştiyê hate pêşkêşkirin.
Sirri Sureyya Onder li bajarê Mantes-La-Jolie yê Fransayê hate bîranîn
Her wekî Kurdistaniyên li bajarê Mantes-la-Jolie yê Fransayê Sirri Sureyya Onder bi merasîmekê bibîranîn.
Kurdistaniyan diyar kir ku Onder ne tenê siyasetmedarek bû, bi nasnameya xwe ya hunermendiyê jî cihê di dilê hemû kesî de hişt.
Di dawiyê de weke bîranîn ji bo Sirri Sureyya Onder, li odeyek meclisa bajarê Mantes-la-Jolie quncikek hate veqetandin.



