Çalakvanên siyasyî yên Sûriyeyî Nîzar Ebû Fexr û Cemal Derwîş têkildarî pêvajoya piştî hilweşandina rejîma Baas, axivîn û wiha anîn ziman:
”Ji bo serxistina pêvajoyê divê prensîbên şoreşê û biryara NY’yê pêk werin”.
Çalakvanê siyasî û endamê Konferansa Diyaloga Nîştimanî Nîzar Ebû Fexr da zanîn ku desthilata Şamê hêviyên gelê Sûriyê şikandin û got:
Desthilata heyî biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254’an paşguh kiriye û pêvajoya siyasî ya derbasbûnê veguherî helwesteke tepsandinê.
Her wiha îşaret bi wê yekê kir ku bi behaneya şerê li dijî bermahiyên rejîma berê komkujî li peravên Sûriyê hatin kirin û li Siwêda, Ceramana û Sehnaya Durzî hatin hedefkirin.
Cemal Derwîş: divê li Sûriyê çanda hemwelatîbûnê were avakirin
Çalakvanê siyasî Cemal Derwîş jî destnîşan kir ku desthilata pêvajoya derbasbûnê ji ber dûrxistina Sûriyeyan, ji aliyê gel ve nehat pêşwazîkirin û ev nirxandin kir.
Divê raya giştî ya nîştimanî ji nû ve were avakirin da ku çandeke nû li ser bingeha hemwelatîbûn, veguheztina desthilatê û rêzgirtina bîr û baweriyên din ava bike.
Divê Danezana Destûrî di ber çavan re were derbaskirin.



