Kongreya PKK’ê ya 12’emîn di rojeva medyaya erebî de jî cihekî berfireh girt.
Medyaya erebî li benda ragihandina “biryarên dîrokî” ye ku dibe bandorê li rewşa herêmê bi giştî bike.
Kongreyê di sernav û manşetan de wiha cih girt:
Rojnameya El Ereb: Kongreya PKK’ê bandoreke erênî li Tirkiye, Iraq û Sûriyê dike.
Sky News Arabia: PKK’ê “biryarên dîrokî” dide û di demeke nêzîk de daxuyanî tên dayîn.
El Hedath TV: Partiya Karkerên Kurdistanê “biryarên dîrokî” radigihîne.
El Arabiye: Piştî daxuyaniya PKK`ê, gavên “dîrokî” dê çi bin?
Rojnameya El Quds El Erebî: Li ser banga Ocalan, PKK’ê kongreyek li dar xist û “biryarên dîrokî” dan.
Rojnameya El Şerq: Piştî însiyatîfa Ocalan “biryarên dîrokî” yên Partiya Karkerên Kurdistanê.
Al Sumaria TV: Partiya Karkerên Kurdistanê kongreya xwe ya 12’an li dar dixe û “biryarên dîrokî” dide.
Rojnameya El Şorûk: Partiya Karkerên Kurdistanê kongreya xwe ya 12’an li dar dixe û biryarên dîrokî dide.
Televîzyona Al Alam: Partiya Karkerên Kurdistanê dê di demeke nêzîk de biryarên dîrokî ragihîne.
Rojnameya Al Nahar: Gaveke girîng; Partiya Karkerên Kurdistanê kongreyek li dar xist û “biryarên dîrokî” dan.



