Rageşiya di navbera Hindistan û Pakistanê de dijwar dibe.
Pakistanê ragihand ku ew ê lijneya asta herî jor a ku bikaranîna çekên nukleer kontrol dike, kom bike.
Pakistanê diyar kir ku di saetên siharê de Hindistanê 3 êrîş li dijî bargehên leşkerî pêk anîn û got:
“Ev her 3 êrîş hatin astengkirin.
Weke bersiva van êrîşan, me êrîşî 4 balafirgehên li Hindistanê kir.”
Wezareta Parastinê ya Hindistanê duh daxuyanî da û diyar kir ku Pakistanê bi SÎHA’yên Tirk êrîş pêk anîn.
Di daxuyaniya îro hatî dayîn de jî hate diyarkirin ku gelek SÎHA’yên ku êrîş pêk anîne, hatine xistin.
Ji ber ku her du welat jî hêzên nukleer in, fikar zêde bûn.
Wezîrê Parastinê yê Pakistanê eşkere kir ku lijneya asta herî jor a ku bikaranîna çekên nukleer kontrol dike, wê kom bibe.
Di daxuyaniya artêşê de hate diyarkirin ku civîn li ser daxwaza Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf wê îro were lidarxistin.



