Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji bo şervana HPG`ê Nûra Îbrahîm Xelef (Sorxwîn Baran) ku li herêma Garê şehîd bûbû, merasîma xiyabî li dar xist. Şêniyên Dirbêsiyê destnîşan kir ku bi saya berxwedana şoreşgerî û fedakariya şehîdan ew niha ber bi serkeftinê ve diçin.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Emîna Îso şehîd Sorxwîn û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.
Emîna Îsa lidarxistina Kongreya 12`an a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî pîroz kir.
Û qonaxa niha wek “dîrokî û hestiyar” bi nav kir û banga xurtkirina têkoşînê kir.
Kesên axivin tekez kirin ku “bi saya berxwedana şoreşgerî, hevgirtina gel û fedakariya şehîdan ew rêya serkeftinê didomîn.
Ji rêveberên Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê Fatma Keleş jî diyar kir ku şehîd Sorxwîn ji bo parastina gelê xwe û axa xwe ber bi çiyayên Kurdistanê ve çû.
Piştî axaftinan belgenameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Merasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.



