PKK’ê duh ragihand ku wan kongreya xwe ya 12. pêk anîye û diyar kir wan bîryarên girîng û dîrokî girtine û ew ê di demeke nêzîk de ji raya giştî re eşkere bikin.
Ka em lê binêrin ev pêvoja ya heta bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk û li darxistina kongreya PKK’ê çawa bi pêş ket.
Duh, 9’ê Gulanê PKK’ê ragihand ku wan Kongreya PKK’ê ya 12. di navbera 5-7’ê Gulanê de pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin Kongreya 12’emîn a PKK’ê li ser bingeha banga Rêber Apo, biryarên girîng ên dîrokî wergirt.
Ev pêvajo çawa bi pêş ket û heta li darxistina Kongreyê çi qewimî?
Helbet beriya banga Dewlet Bahçelî ya 22’ê Cotmeha 2024’an Rêber Apo û PKK’ê gelek caran ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd agirbest jî di navê de gavên dîrokî avêtin.
1’ê Cotmeha 2024’an Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî li meclisê silav da parlementerê DEM Partiyê û destê xwe da destê wan.
15’ê Cotmehê Bahçelî di civîna koma partiya xwe de, bang li Rêber Apo kir ku PKK’ê fesih bike.
22’ê Cotmehê Bahçelî careke din banga xwe dubare kir û xwest Rêber Apo biçe meclisê biaxive û ji mafê hêviyê sûdê wergire.
23’ê Cotmehê parlementerê DEM Partî Omer Ocalan çû Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anî.
28’ê Kanûna 2024’an Sirri Surreya Onder û Pervîn Bûldan weke şandeya DEM Partî çûn Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin kirin.
Şandeyê peyama Rêber Apo parve kir. Rêber Apo di peyama xwe de got, “Ez xwedî wê bîryardariyê û hêzê me ku tevkariyê li paradîgmaya nû bikim.”
22’ê Çileya 2025’an Sirri Surreya Onder û Pervîn Bûldan careke din çûn Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin kirin.
12’ê Sibatê PKK’ê daxuyanî da û ragihand wê pêvajoya guherîn, veguherînê û ji nûve avakirinê were destpêkirin.
13’ê Sibatê KCK’ê ragihand ku wan nameyek ji Rêber Apo wergirtine.
Di heman demê Rêber Apo nameyek ji Rojava û yek jî Ewropayê re şand.
27’ê Sibatê şandeyeke ku ji 7 kesan, Hevserokên DEM Partî Tûncer Bakirhan û Tûlay Hatimogullari, Ehmed Turk, Sirri Surreya Onder, Perwîn Bûldan, Cengiz Çîçek, Faîq Ozgur Erol pêk dihat çûn Îmraliyê.
Heman rojê şande ji Îmraliyê vegeriya û Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re eşkere kirin.
1’ê Adarê PKK’ê ragihand ku ew beşdarî banga Rêber Apo dibin û agirbest ragihand.
Her wiha PKK’ê diyar kir ew amade ne kongreyê pêk bînin, lê bi şertê ku Rêber Apo bi xwe rêve bibe.
10’ê Nîsanê Şandeya Îmraliyê û serokkomarê Tirkiyê Erdogan hevdîtin pêk anîn.
21’ê Nîsanê Şandeya DEM Partî cara 4’mîn bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anîn.
28’ê Nîsanê careke din PKK’ê ragihand ew li bendê ne ku Rêber Apo kongreyê bi rêve bibe.
9’ê Gulanê PKK ragihand ku wan kongreya 12. ya partiyê di navbera 5-7’ê Gulanê de pêk anîne.
Niha her kes mereqa bîryarên ku di kongreyê de hatine girtin dike û bi heyecaneke mezin li bendê ne.



