Yekîtiya Parêzeran ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û tayinkirna kujerê Hevrîn Xelf wekî fermandar red û şermezar kir.
Di daxuyniyê de hat bi bîrxstin ku çeteyê bi navê Hatim Ebû Şeqra bi sedan sûcên hovane li dijî gelê heremê pêk aniye û wiha hat gotin:
Tayinkirin li dijî hemû perensîbên mirovahiyê ye.
Desthilata Şamê dixwaze bi vê yekê malbatên şehîdan bê rûmet bike .
Yekîtiya Parêzeran diyar kir ku bi vê tayinkirinê nêzîkatiyên desthilatê yên li hember gelê hermê û destkeftiyên wan zelal bû.
Her wiha bang li saziyên Navnetweyî hat kirin ku vî kujerî dadgeh û ceza bikin û ev peyam hat dayin:
Wê dengê me li hemberî zilmê her bilind be.
Emê heta dawiyê ji bo edalet û Sûriyeke demokratîk têkoşîna bikin.



