Piştî Fransa, Serokê Desthilata Şamê Ehmed El-Şeri li Behrên e.
Ehmed El-Şer bi Mîrê Behrênê Hemed Al Xelîfe re civiya û li ser xurtkirina têkiliyên di-navbera her welatan li hev kirin.
Serokê desthilata Şamê Ehemd El-Şerî li gel şandeya wî gihaştin Behrênê.
Şandeya Şamê li balafirgeha Behrênê ji aliyê Nûnerê şahê Behrênê bo karûbarên mirovî û karûbarên ciwanan ve hat pêşwazîkirin.
Şandeya Şamê bi Mîrê Behrênê Hemed Al Xelîfe û serokêwezîrê Behrênê Selman Al Xelîfe re civiyan.
Di civînê de, her du aliyan li ser xurtkirina têkiliyên dinavbera her du welatan de, di her warî de li hev kirin.



