Hikumeta Sûdanê ragihand ku li bajarê El Ebyed ê eyaleta Kurdovan a Bakur ya li rojavayê Sûdanê di êrişa bi balafirên bê mirov de 20 kes hatin kuştin û 50 kes jî birîndar bûn.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûdanê (SUNA) diyar kir ku berdevkê hikûmetê Xalid El Eyser dibêje:
Milîsên tawankar ên malbata Diqlo vê sibê bi rêya balefirên bê mirov li dijî zindana El Ebyed û nexweşxaneya bajêr êrişek pêk anîn.
Di encamê de 20 girtî hatin kuştin û 50 kesên din jî birîndar bûn, ku hemû sivîl in, ev tawaneke şer e.
Hêjayî gotinê ye ku ji meha Nîsana 2023’an de di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn şer dewam dike.
Di encamê de bi deh hezaran kes hatin kuştin û bi mîlyonan koçber bûne.



