Hevdîtinên di navbera Amerîka û Îranê yên derbarê bernameya nukleerî ya Tehranê de îro li paytexta Omanê Musqatê ji nû ve dê dest pê bikin.
Wezîrê Derve yê Omanê Bedir El Buseidî ragihand ku danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de ji nû ve dest pê dikin.
Çavkaniyek Amerîkî jî diyar kir ku nûnerê taybet ê Amerîka Steve Witkoff dê îro beşdarî danûstandinan bibe.
Tura çaremîn a hevdîtinên ku biryar bû di 3’yê Gulanê de li Romayê bihata lidarxistin, ji ber “sedemên lojîstîkî” hatibû paşxistin.



