Derbarê bi dawîkirina şerê Rûsya û Ûkraynayê de ku zêdeyî sê sal in didome danûstandin tên kirin.
Rûsyayê pêşniyara ku li Stenbolê dest bi danûstandinan bikin li Ûkraynayê kir.
Welatên Ewropî jî li ser plana agirbestê dixebitin.
Şerê Rûsya û Ûkrayna ku zêdeyî 3 sal in bi dijwarî didome, rojane encamên wê giran dibin.
Di van demên dawiyê de hewldanên ji bo bi dawîkirina vî şerî tên dayîn.
Rûsyayê roja 9’ê Gulanê bi boneya salvegera roja serketinê sê rojan agirbest ragihand.
Rûsyayê ragihand ku Ûkraynayê bersiva agirbestê nedaye û êrişên xwe berdewam kiriye.
Pûtîn pêşniyar kir bê şert li Stenbolê hevdîtinan bikin
Serokdewletê Rûsyayê Vîladmîr Pûtîn ji Ûkraynayê xwest ji bo rawestandina şer bê şert û merc 15’ê Gulanê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê dest bi danûstandinan bikin.
Her wiha Pûtîn ragihand ew ê li ser vê mijarê û plandanîna wê bi serokkomarê Tirkiyê Erdogan re hevdîtinê bike.
Trump: Ji bo Rûsya û Ûkraynayê rojeke xweş e
Têkildarî pêşniyara Pûtîn ya li ser danûstandinên li Stenbolê Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyanî da.
Trump ev pêşniyar bi kêfxweşî pêşwazî kir û got, “Ji bo Rûsya û Ûkraynayê rojeke xweş e.
Her wiha Trump diyar kir ji bo çareserîyê ew ê bi her aliyan re xebatên xwe berdewam bike.
Macron: Daxwaza Rûsyayê ya danûstandinan gaveke kêm e
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî daxwaza Pûtîn ya danûstandinan weke gaveke kêm pênase kir.
Macron diyar kir beriya danûstandinan agirbesta bê pêşdaxwazî wê pêk neyê.
Çar serokên Ewropî serdana Kîevê kirin
Li aliyê din Macron, Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz, Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer û Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk serdana Ûkraynayê kirin.
Lîderên herçar dewletan li paytext Kîevê bi serokdewletê Ûkraynayê Volodimir Zelensky re hevdîtin pêk anîn.
Hat diyar kirin di civînê de wê plana agirbestê ya 30 rojî were gotubêjkirin û ji bo pêkanînê jî wê zext li Rûsyayê bê kirin.



