Di dema derbasbûyî de, li zanîngehên Sûriyê, êriş li dijî Xwendekarên Siwêdayê pêk hatin.
Li hemberî vê yekê Xwendekarên Parêzgeha Siwêdayê yên ku li zanîngehên Sûriyê dixwînin, îro bi daxuyaniyekê graveke vekirî ji bo zanîngehan ragihandin.
Xwendekaran destnîşan kir ku di zanîngehan de êriş li dijî wan çêbûne û aliyên pêwendîdar li hemberî vê yekê di nava bêdengiyeke bêguman de ne û hesab nayê xwestin.
Derheqê vê yekê de, xwendekaran çend daxwazên xwe rêz kirine û tê de dibêjin ku gerek xwendekarên Siwêdayê ji hêla hêla
Wezareta Xwendina Bilind û Wezareta Karên Hundir werin parastin û lêpirsîn were vekirin.
Xwedenkaran got ku gerek karmendên parastinê li zanîngehan werin guhertin û garantiyên nivîskî bo xwendekaran bê dayîn.
Her wekî destnîşan kir ku divê zanîngeh ji hemû çalakiyên mezhebî werin paqijkirin û jiyana hevbeş were misogerkirin.
Berî demekê li zanîngeha Lazqiyê êriş li dijî xwendekarên Siwêdayê pêk hatin û ev jî bû sersebeb ku xwendekar ji zanîngehan birevin û berê xwe bidin Siwêdayê.



