Li paytexta Albanya Tîranê civîna 6’an ya Komcivata Siyasî a Ewropayê hat lidarxistin.
Li wir Serokkomarê Tirkiyê Erdogan diyar kir ku rakirina cezayan ji ser Sûriyê gevake hêja ye ku dê aramiyê li Sûriyê peyda bike.
Tevî 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropa gelek lîderên welatên ku di ne yekîtiyê de jî beşdarî civînê bûn.
Serokên dewletan ji aliyê Serokê Albanya Edî Rama hatin pêşwazîkirin.
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî ku beşdarî civînê bû, rakirina cezayên li ser Sûriyê ji aliyê Serokê Amerîkayê Trump ve ji bo aramiya Sûriyê weke gaveke hêja bi nav kir û xwest welatên din û Yekîtiya Ewropayê jî cezayan rakin û piştgiriya ji nûve avakirinê bikin.
Bingeha Komcivata Siyasî ya Ewropa sala 2022’an di “Roja Ewropayê” li ser daxwaza Serokkomarê Fransayê hatibû danîn û heman salê jî civîna xwe ya yekemîn pêk anîbû.



