Rejîma Talîbanê li Efganistanê 91 rojnamegerên jin ku di televizyon û radyoyên netewî de dixebitîn ji kar derxist.
Li gorî nûçeya di malpere înternetê ya Dengê Jinên Efganistanê de hatî weşandin, hikumeta Talîbanê 91 jinên rojnamegerê ku di Televizyon û Radyoyên netewî de dixebitîn ji kar derxistine.
Ev biryara Talîbanê rastî bertekan hat, her wiha di nûçeyê agahiya ku rojnamegerên ji kar hatine derxistin, ev du mehe mûçeyê wan nayîn dayîn cih girt.
Li aliyê din rojên bûrî Talîban ragihand ku wan dawî li karê 120 mamostayên jin ên li pêş-dibîstanên Kabulê anîne.
Talîban ku li Efganistanê rêveberî xistiye di destê xwe de, her roja diçe zext û binpêkirina mafan li dijî jinan zêde dike.



