MSD’ê bi civînekê rewşa dawî a Sûrî bi teybet a herêmê gotubêj kir.MSD’ê da zanîn ku rewşa niha, pêwîstiya wê bi çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê heye.
MSD’ê diyar kir ku lihevkirina 10’ê Adarê a dinavbera QSD û desthilata Şamê de gava sereke a rizgarkirina ji parçebûnê ye.
Desteya Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê li hev civiyan.
Di civînê de, hevseroka MSD’ê Leyla Qereman û endamên Meclisê amede bibû.
Di serî de, beşdaran pêşketinên herêmî û nav-dewletî nîqaş kirin, tê de derket holê ku riya herî biserkeftî ji bo çareserkirina pirsgirêkan diyalog e.
Rewşa Sûriyê jî bû cihê nîqaşê, li ser vê beşdaran rakirina cezayan wekî gaveke ber bi istiqrara herêmê pênase kirin.
Civînê pesna helwêstên Erebî yên piştevaniya çareseriya siyasî ya berfereh kirin, di heman demê de bal kişand ku destwerdanên derve dibin sedema alozkirina ewlehî û gurkirina nakokiyên navxweyî.
Hevseroka MSD’ê Leyla Qereman diyar kir ku Sûriye bi kêşeyên girîng re rû bi rû ye û got:
“Herî zêde gefa li ser aştiya sivîl, belavkirina gotinên nefretê û nebûna pêvajoyên dadweriya veguhêz.
Tekane diyalog û danustandin bingehên pêwîst ji bo derbaskirina krîzê ye.”
“Lihevkirina 10’ê Adarê pêşîgirtina parçebûna Sûriyê ye”
Di civînê de lihevkirina 10’ê adarê a dinavbera Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî û serokê destihlata Şamê Ehemd El-Şeri de wekî rê li ber girtina pirojeyên parçekirina welat hate pênase kirin.
Her wekî beşdaran pabendbûna xwe bi pirojeya ne-navendîbûnê weke çareseriyeke bingehîn ji kirîza Sûriyê nîşan dan.
Beşdaran li ser zêdekirina diyaloga Sûrî-Sûrî a bi armanca danîna nêrîneke berfireh li ser bingeha piralî, demokrasî û hevpariya niştimanî li hev kirin.



