Serokkomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê desthilata Şamê Ehmed Şerî li Enqerê hevdîtin kirin.
Erdogan li Ofîsa Xebatê ya Dolma-bahçeyê bi merasimeke fermî El Şerî pêşwazî kir.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, Wezîrê Karên Derve yê Şamê Esed Hesen Şeybanî û hin rayedarên din jî di hevdîtinê de amade bûn.
Hat ragihandin civîn ji çapemeniyê girtî hate lidarxisin û seat û nîvê dewam kiriye.
Hate diyar kirin di civînê de têkiliyên Enqere û Şamê û buyerên li herêmê hatine niqaşkirin.



